JÎNENÎGARÎ
DR. ŞIVAN | SAİT KIRMIZITOPRAK
Di sala 1935’an de li gundê Cîvraka bajarokê Qişleyê (Nazmiyeyê) ya bi ser bajarê Dêrsimê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Ebas û navê diya wî jî Zuhre ye. Saît ku hîn bi trajediya qetliama 1938’an dijî, di sala 1941’ê de îcar ji ber mirina bavê xwe sêwî dimîne. Di sala 1944’an de li gund dibistana pêşîn vedibe, loma jî di neh saliya xwe de dest bi dibistanê dike. Saît Kirmizitoprak, piştî ku di sala 1949’an de dibistana seretayî diqedîne û li Dêrsimê diçe dibistana navîn. Li dawiya hîndekariya sala 1949/1950’yî de jî dikeve ezmûna dibistana şevarî ya herêmê û bi ser dikeve, li ser vê yekê li Dibistana Navîn a Lîseya Balikesîrê, di pola diduyan de berdewamî bi xwendina xwe dide û di sala 1955’an de jî ji wê dibistanê mezûn dibe. Saît Kirmizitoprak heman salê dikeve ezmûnên Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Egeyê û di rêza sisiyan de wê derê kar dike, her wiha di serdema sala 1955/1956’an de jî bi awayê bihurîna asoyî derbasî Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Stenbolê dibe.
Saît Kirmizitoprak, di Kanûna Paşîn a sala 1957’an de, şaxa Stenbolê ya “Tuncelî Kultur Dernegi” (Komeleya Çandê ya Dersimê) vedike û li Dersimê jî organa weşanê ya vê komeleyê, bi navê “Ceride-i Dersim” (Rojnameya Dêrsimê) rojnameyeke cihkî (mihelî) derdixe. Kirmizitoprak li vir dest bi nivîsandinê dike û piştre jî di kovar û rojnameyên wekî “Akis”, “Forum”, “Vatan”, “Yon”, “Dîcle - Firat”, “Sosyal Adalet” û “Milliyet”ê de nivîsaran dinivîsîne.
Di 17’ê Kanûna Pêşîn a sala 1959’an de gelek kes tên girtin ku xwendekarê bijîşkiyê Saît Kirmizitoprak jî di nav wan de ye û ev yek wek bûyera 49’an derbasî dîrokê dibe. Kirmizitoprak dema girtîbûna xwe ya li Herbiyeyê, bi Îsmet Ozevcek re bi nîşanî dibe û di pey derbeya 27’ê Gulana 1960’î de, tevî hevalên xwe li Girtîgeha Leşkerî ya Sogukkuyu” ya Enqereyê tên veguhastin û di Adara sala 1961’ê de jî tehliye dibe.
Saît Kirmizitoprak gava girtî ye dikeve ezmûnan û di sala 1962’yan de ji Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn dibe. Paşê jî li Gudul û Gemerekê Tabîbiya Hukûmetê û li Yûnakê jî Sertabîbiya Nexweşxaneya Yûnakê dike, piştre demekê bi awayekî serbest karê bijîşkiyê dike û di pey re jî diçe leşkeriyê. Gava ku di navbera salên 1965 û 1967’an de li Îspartayê leşker e, diçe serdana Saît Elçî û rêveberên din ên PDKT’ê û beşdarî dadgehkirina wan dibe ku ew li Antalyayê tên darizandin; di vê navê de Doza 49’an bi dawî bûye ku Saît Kirmizitoprak jî jê dihat darizandin. Di encama dadgehê de, cezayê “qedexekirina ji mafên gelemperî” û li îspartayê jî “hiştina di bin çavdêriya giştî de” lê tên birîn.
Dr. Saît Kirmizitoprak ku xwedî ramaneke sosyalîst û alîgirê têkoşîneke wiha ye, piştî di platforma qanûnî de şansê xwe yê siyasetê ji dest dide bi şûn de, fikira ku divê kurd bên azadkirin û ji bo vê jî têkoşîn bê dayîn, diparêze. Loma jî Kirmizitoprak xwedî ramana avakirina partiyeke neteweperwer a Kurdisanê ye ku divê ew bi awayê rêxistinî nûjen, pêşverû/şoreşger be û hemû daxwazên kurdan ên mîna neteweyî, siyasî, demokratîk, aborî û çandî jî li xwe bigire. Mebesta wî ew e ku divê li Bakurê Kurdistanê li dijî rêveberiya olîgarşîk û kadroyên wê yên milîtarîst ên ku wan mafên kurdan xesp kirine, ji ber hewcetî û mecbûriyetê, têkoşîneke çekdarî û bi navgîna partiyeke wiha jî têkoşîna gerîla ya profesyolel bê dayîn. Lê ji ber ku ji bo têkoşîneke wiha rewş li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ne guncan e, ji bo ku bingeha têkoşîneke wiha pêk bînin û her wisan alîkarî li têkoşîna li Başûrê Kurdistanê bikin, piştî ku bi hevalên xwe yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê û bi kesên kartêker ên siyasî re dan û stendinan dike, di 4’ê Çiriya Pêşîn a sala 1969’an de, bi koma ku ji Çeko (Hîkmet Buluttekîn), Soro (Nazmî Balkaş) û Reşo Zîlan (Ahmet Kotan) pêk tê, derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Li Başûrê Kurdistanê Dr. Şivan û hevalên wî li kampa ku Partiya Demokrata Kurdistanê ya Iraqê (PDK-I) ji wan re dabîn kiriye, dest bi xebata xwe dikin, her wisan digel xebatên li Başûrê Kurdistanê, nemaze li nêzî deverên sînor jî xebatên rêxistinî didomînin. Di encama xebatên li Bakur, di 28/29ê Hezîrana sala 1970’yî de, Dr. Şivan û hevalên wî li Enqereyê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T) dadimezirînin û ji bo wan jî “… nakokiya yekem û ya acîl a ku divê li Tirkiyeyê bê çareserkirin, rastiya neteweya kurd” e.
Mebesta partiya ku hatiye avakirin:
1- Gava yekem; hilanîna red û înkara li ser kurdan, bi awayekî fermî naskirina kurdan,
2- Gava duyem; dayîna/stendina mafên demokratîk ên neteweyî yên kurdan,
3- Gava sêyem jî ew e ku gelê kurd bi destê xwe çarenûsa xwe diyar bike.
Partî, ji ber hewcetiya dayîna têkoşîna neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê, diparêze ku divê her çîn û tebeqeyên li Kurdistanê tê de cih bistînin. Di rêziknameya Partiyê de tê gotin ku “Hîmê sereke yê gelê kurd ê ku li nav sînorên Tirkiyeyê dijî, girseyên berfireh ên gundiyên Kurdistanê ne. Loma Partiya me, di kirina bizav û tevgerên xwe de yên ji bo pêkanîna armanc û mebestên bingehîn, ew ê xwe bispêre gundiyên Kurdistanê û karker û mensûbên tebeqeya navîn ên mîna rewşenbîr, xwendekar, karmend, esnaf û senetkarên ku ew ê bernameya partiya me bipejirîn, alîkar û hevalbendên sirûştî yên gundiyên Kurdistanê ne.”
Gava mirov ji Dr. Şivan behs bike, divê mirov çend taybetiyên wî jî bibêje ku bi kesên hemdemên wî re nîn in. Ji van yek jê teorîsyeniya Dr. Şivan e. Ji bo ku mirov ji kesekî re bibêje rewşenbîr û teorîsyen, hewce ye ku mirov lê şahidiyê bike ku ew tenê bi aqilê xwe fikiriye. Rast e ku haya wî ji tevahiya dinyayê heye û hostayên ekolan jî dizane, lê belê Dr. Şivan bi aqilê xwe dihizire û ji encamên ramanên xwe jî natirse. Di kitêba xwe ya bi navê “Kurt Ulusal Hareketleri” (Tevgerên Neteweyî yên Gelê Kurd) de, analîzên balkêş dike ku ji teoriya klasîk cuda bûne. Li gorî teoriya klasîk, dewlet navgîna çewsandinê ya çîna serwer e. Lê Dr. Şivan dewletên Rojhilata Nêz û Dûr, heta yên Asyayê jî, wek otorîteyên navendî dinirxîne û xwediyên wan dewletan jî mîna burokrasiya sivîl esker dibîne. Di atmosfera wê demê de, ji bo derpêşkirina vê nêrînê, bi rastî divê ku wêrekiya zanistî bi mirov re hebe.
Taybetiya duyem a girîng a Dr. Şivan jî, cidiyeta wî ya di siyasetê de û xwedîbûna wî ya perspektîfa desthilatê ye. Piştî ku diçe Başûr, li wir bi cih dibe û rêxistina xwe ava dike. Bawer dike ku Kurd li Tirkiyeyê tenê dikarin bi riya têkoşîna çekdarî bigihîjin mafên xwe. Li gorî vê ramanê jî dest bi xebatan dike. Pirsa ku artêşa tirk çawan li Kurdistanê bi cih bûye dike û li bersiva vê pirsê digere. Ji kadroyên partiyê dixwaze ku ew der barê vê bicihbûnê de jê re agahî û zanyariyan bişînin. Çawan ku tê dîtin, wexta ji hewcedariya têkoşîna çekdarî behs dike her wisan jî hewl dide ji bo pêkanîna vê yekê li azînan (metodan) digere. Rastbûn an jî şaşbûna têkoşîna ku ew ê bide destpêkirin li aliyekî, ev helwesta wî bi xwe, nîşana cidiyeta siyasî ye.
Du zarokên Dr. Saît Kirmizitoprak ên bi navên Dara û Rûken hene û wî kitêbên bi navên “Ezen ve Ezilen Milletler Sorunu” (Kêşeya Neteweyên Serdest û Bindest), “Memo Qol”, “Kurt Millet Hareketleri ve Irak’ta Kurdistan İhtilali” (Tevgerên Neteweya Kurd û Li Iraqê Îhtilala Kurdistanê), “Zımanê Kurdî” (ku digel Kamuran Bedirxan amade kiriye), “Ferheng Kurdî û Tırkî” (ferhenga J. Blau ya Kurmancî-Îngilîzî-Fransizî ye. Dr. Şivan bi gelek lêzêdekirinan wergerandiye tirkî) û “Cahş û Cahşîtî” nivîsandine.
Dr. Şivan (Dr. Saît Kirmizitoprak) û du hevalên wî Birûsk (Hasan Yikmiş) û Çeko (Hikmet Buluttekîn); bi behaneya kuştina Saît Elçî, Mihemedê Bego û Abdullatîf Savaş, di encama komployekê de, di 26’ê Çiriya Pêşîn a sala 1971’ê de li Gilalayê tên înfazkirin…