DER BARÊ DERHÊNER DE
Çayan Demîrel lawê malbateke dêrsimî ye ku di sala 1977'an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Di sala 2000'î de xebatên dîroka devkî kiriye û wisan dest bi sînemaya belgewarî kiriye. Belgefîlmê xwe yê pêşîn ê bi navê '38', di sala 2006'an de qedandiye ku li ser bûyerên Dêrsimê yên sala 1938'an bû. Li gorî reqemên fermî yên Komara Tirkiyeyê, di wan bûyeran de ji 13.000'î zêdetir mirovên sivîl hatine kuştin û 12.000 mirov jî bi darê zorê hatine mişextkirin. Belgefîlmê wî yê duyemîn ê dirêjmetraj ê bi navê '5 Nolu Cezaevi: 1980-84' (Girtîgeha bi Nimareya 5'an: 1980-84) jî li ser bûyer û qewimînên li Zîndana Amedê ye ku wî ew bûyer vebeyandine ser perdeya spî. Ev fîlmê belgewar li Festîvala Fîlman a Portekala Zêrîn, li Festîvala Fîlman a Enqereyê û ji aliyê Komeleya Nivîskarên Sînemayê (SİYAD'ê) ve, layiqî xelatên 'Belgefîlmên Herî Baş' ên sala 2009'an hatiye dîtin. Di bin banê Şirketa SURELA FİLM YAPIM'ê (Şirketa BERHEMHÊNANA FÎLMAN A SÛRELA) de, xebatên xwe yên belgefîlman, dîroka devkî û jînenîgariyan didomîne.